image

PeyamaKurd – Parêzera Ahmet Altan ê ku di zîndanê de ye ragihand ku dadgeha cezayê bilind ya 16 em biryarê daye da Ahmet Altan serbest bê berdan. Parêzer ragihand ku dadgeha mafên mirovan ya Awrûpayê biryara îhlala mafê daye û ew bi xwe çûye Ankarayê biryarê daye dadgeha 16 em ya Yargıtayê. Dadgeha 16 em ya Yargıtayê, biryara serbestberdanê bo Ahmet Altan daye û bende ne ku îro bê berdan.

Bi tewana ku rêxistina medyayê ya FETÖ/PDY ê birêxistine, bi xala ‘hewldana xerabkirina nîzama qanûnî’ rojnamevan Ahmet Altan, Nazlı Ilıcak û akademîsyen Mehmet Altan di nav wan de, bo 6 kesan Yargıtay biryara xerakirina cezayê wan dabû.

Yargıtay di darizandina cara duyê de biryara cezayê wan dabû ku tewana wan ‘tevî ne endamên rêxistinê ne, bi dilê xwe an bi xwesteka xwe alîkarî dane rêxistinê’ û bo Ahmet Altan 10 sal û 6 meh, bo Nazlı Ilıcakê 8 sal û 9 meh ceza dabû. Bo Mehmet Altan biryara beraetê dabû.