
PeyamaKurd – Dadgehê wezîrê karên derve yê yê berê yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî serbest berda. Qureyşî di çarçoveya protestoyên ku piştî girtina serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan destpêkiribûn hatibû girtin. Qureyşî cîgirê serokê partiya PTI ye.
Qureyşî di zîndana bajarê Rawalpindî de ya bi navê Adîla de bû. Qureyşî bi biryara dadgehê serbest hat verdan. Li gor ragihandina televîzyona Geo Newsê; dadgeha bilind ya Lahorê biryarê da ku girtina Qureyşî qanûnî nîne.