image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser rêya Reqa-Selemiye ku dikeve rojhilatê parêzgeha Hemayê, çekdarên DAIŞê êrîşî otomobîleke leşkarî ya artêşa Sûriyê kir û di encamê 2 leşkerên Sûrî hatin kuştin û leşkerek jî bi giranî birîndar bû.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku roja 25ê Îlonê li ser rêya Reqa-Selemiye ku dikeve rojhilatê parêzgeha Hemayê, çekdarên DAIŞê êrîş birine ser otomobîleke artêşa Sûriyê ku 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî bi giranî hatiye birîndarkirin.

SOHRê herwiha eşkere kir ku ji destpêka sala 2022yan ve li Badiyeya Sûriyê 175 leşker û çekdarên alîgirên hikûmeta Şamê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin û li çolterên Hums, Suweydî, Hema, Reqa, Dêrazor û Helebê jî 140 çekdarên DAIŞê di êrîşên esmanî yên Rûsî de hatine kuştin