
PeyamaKurd – Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş, ji girtîgeha Edirneyê nivîsek bi sernavê ‘Wê HDP ji Kilicdaroglu çi bixwaze?’ û li ser piştevaniya Kilicdaroglu ya namzediya serokomariyê got, “Ti daxwazeke HDPê ya wezîr û parlementeran nîne.”
Demirtaş di nivîsê de, diyar dike ku HDP ne hevpeymaneke Tifaqa Milet e û ti daxwaziyeke wê ya wiha jî nîne ku daxwaz ji wê tifaqê bike.
Demirtaş daye zanîn ku wê HDP wekî partiya avakarê Tifaqa Ked û Azadiyê bi hemû hêza xwe di hilbijartinan de bikeve parlamentoyê û lewma jî ti daxwaziyeke wê ya wezîrtî û parlamenteriyan ji ti kesî nîne.
Selahattîn Demirtaş di nivîsa xwe de diyar dike, ti ajandeyeke HDPê ya veşarî nîne û dibêje: “HDP li aliyê yekbûna Tirkiyeyê û Komara demokratîk e, hewl dide tundûtujî bi awayê mayînde bidawî bibe û hemû kêşe bi rêya muzakere û siyaseta demokratîk çareser bibin. Li ser van prensîben bi her kesî re hevdîtinê dike û tevdigere.”