image

PeyamaKurd - Qeptanê berê yê Amedsporê Deniz Naki, li Cenevreya Swîsreyê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî, ji bo Efrînê dikeve grêvê.

Deniz Naki, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê ji bo Efrînê çalakiya birçîbûnê bide destpêkirin.

Naki li ser hesabê xwe wiha ragihand:

"Ji bo piştgiriya berxwedana xelkê Efrînê ku li dijî hovîtiyê şer dike û bibîranîna berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî ku li dijî dagîrkeriyê bêdeng maye em ber bi Cenevreyê ve dikevin rê. Di serî de genc divê hemû xelkê me sibê seet 12.00an de li ber Ofîsa NYê li Cenevreyê kom bibin. Em di grêva birçûbûnê de ne."