image

PeyamaKurd – Derbarê toleyên nû yên li dijî Rûsya de, Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî daxuyaniyek da.

Joe Biden da zanîn, wî ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re daye zanîn ku li gor tespîtên wan Moskowê may li hilbijartinên Amerîka kiriye û ew ê rê nedin ku careke din tiştekî wisa biqewime.

Joe Biden destnîşan kir, wî ji Putin re bi awayekî zelal gotiye ew dikarin toleyên girantir ragihînin, lê wan niha xwestiye ku tole bi teşe bin.

Biden eşkere kir: ‘‘Ger Rûsya maytekirina li demokrasiya Amerîka bidomîne, em ê bo bersivdanê amade bin û wek serokê Amerîka ew berpirsiya min e.’’

Herwiha bal kişand ser girjiya li Ukrayna û diyar kir, êdî dema kêmkirina girjiyê hatiye.

Biden da zanîn, ew dixwazin bi Rûsya re pêwendiyeke wan ya bi îstiqrar hebe.

Biden di serê hefteyê de, bi rêya telefonê bi Putin re axifîbû û gotibû, ew dikarin li welatekî din hilcivînekê çêkin.

Li gor toleyên roja Pêncşemê hatine ragihandin, 10 dîplomatên Rûs dê werin dersînorkirin û dijî 30 kes û kompaniyên li Rûsya jî toleyên nû hatine ragihandin.