image

PeyamaKurd – Hêzên asmanî yên Amerîkayê îro Yekşemê dijî baregehên komên milîsên girêdayî Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq-Sûriyê êrîşek pêk anîn.

Li gorî zanyariyên dawî di encama bombebarana Amerîkayê de, endamekî Hizbullaha Iraqê hatiye kuştin û milîsên îranî baregehên xwe piştî êrîşa asmanî vala kirine.

Nahr Mediayê daye xuyakirin ku endamekî Hizbullaha Iraqê di êrîşê de hatiye kuştin û herwiha milîs ji ber êrîşê li navenda tax û kuçeyên bajarê El Bukemal ê Sûriyê belav bûne û xwe li malan veşartine.

Tê gotin ku cihê hatiye hedefgirtin di navbera Dêrazor û Ebulkemalê de ye.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) êrîş piştrast kiriye û li gorî çavkaniyên SOHRê jî qemyoneke cebilxaneyê ya sewqîyata leşkerî bo Hizbullahê dikir bi balafirên bêmirov hatiye hedef girtin.