image

PeyamaKurd – Li Afxanistanê di êrîşên Talîbanê, yên duhî û îro de, hatine kirin de 23 leşkerên hukumeta Afxanistanê hatine kuştin. Li gor nûçeya Tolo News ê çekdarên Talîbanê do bi şevê û vê sibê li Belhê, Baglanê, Bedexşanê, Logarê û Taxarê êrîşên qereqolên hukumetê kirin. Li bajarên navborî bi tevahî 23 leşker hatine kuştin. Serokkomarê Afxanistanê Eşref Xanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Bi sedema Remezanê bang li Talîbanê dikim ku şer, şiddet û dijminahiyê bide rawestandin.”

Li terefê dinê, li rojavayê Afxanistanê li bajarê Farahê erebeyeka bombekirî hat teqandin û di êrîşê de 3 kes mirin û piraniya wan sîvîl 24 kes birîndar bûn. Lê heya niha ti kes êrîşê hilnedaye ser xwe.