image

PeyamaKurd - Li parêzgeha Nuristan a dikeve bakurê rojhilatê Afganistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber karesata lehiyê can dane gihîştiye 60 kesan û li dor 180 kes jî winda ne.

Parêzgarê Nuristanê Hafiz Abdul Kayûm ji ajansa AFPê re daye xuyakirin ku li navçeya Kamdeşê heta niha cenazeyên 60 kesan hatine dîtin ku Kamdeş 200 kîlometreyî li bakur rojhilatê paytexta Afganistan Kabulê ye.

Abdul Kayûm herwiha gotiye: “Bi qasî 180 kes jî winda ne. Em nizanin bê sax in yan na.”

Hat diyarkirin ku piraniya gundên lehî lê rabûye xira bûne û çûnûhatina wê herêmê jî zehmet e.

Di lehîya Tebaxa 2020an de ku li bajarê Şarîkar ê wîlayeta Pervanê rû dabû jî zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dabû.