image

PeyamaKurd – Li Afxanistanê d nav 24 sietên dawiyê de di navbera hêzên dewletê û Talîbanê de li 15 herêman şer derket. Deverên şer li wan derketine; Badgîs, Logar, Faryab, Tahar, Daykûndî, Qandahar, Kunduz, Nangarhar, Herat, Helmand, Farah, Baglan, Uruzgan û Bedexşan in.

Di şerên ku derketine de 119 mîlîtanên Talîbanê mirine, 84 çekdarên Talîbanê birîndar bûne û dewletê gelkî muhîmatên wan xistiye dest.

Talîban dibêje di nav 24 sietan de ji 30 kesan zêdetir ji hêzên artêşa Afxanistanê kuştine.

Li Qatarê her dû teref çend meh berê lihev hatibûn lê pêvajoya lihevhatina wan şolî xwuya dike. Di nav 2 mehên dawiyê de Talîbanê 15 navçeyan xistiye destê xwe. Li gor rêjeyên NY; ji %50-70 axa Afxanistanê di bin kontrola Talîbanê de ye.