image

PeyamaKurd -  Li rojavayê bakurê Bexdayê du karwanên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bûn armanca êrîşên bombeyî.

Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragihandiye ku îro 6ê Gulanê li sînorê parêzgeha Enbarê, bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniyê de teqiya û karmendekî Iraqî yê kompaniyeke ewlehiyê birîndar bû.

Herwiha li Selahedîna bakurê Bexdayê jî bombeyeke vedayî bi karwaneke Hêzên Hevpeymaniyê de hat teqandin ku li gorî agahiyan ti ziyaneke canî çênebûye.