image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî serdana 3 rojan Serokê Çînê Xi Cinping bo Erebistana Siûdî, di navbera herdu welatan de di warên cuda yên enerjî û bazirganiyê de 34 peyman hatin îmze kirin.

Şi Cinping piştî hevdîtinên ligel Şah Selman bin Abdulaziz û Prensê Welîehd Muhammed bin Selman, ‘Peymana Hevkariya Stratejîk a Berfireh' di navbera herdu welatan de hat îmze kirin.

Serokê Çînê Xi Jinping 4ê Kanûnê serdana Erebîstana Siûdî kiribû ku piştî wê serdana 3 rojan dewam kir, hat eşkere kirin ku di navbera Çîn û Siûdiyê de 34 peymanên bazirganiyê hatine îmzekirin.

Wezîrê Veberhênana Erebistana Siûdî Xalid el-Falih ragihand: “Ev peyman daxwaza welatê me ya ji bo baştirkirina pêwendiyên bi Çînê re di hemû waran de nîşan dide.”

Herwiha Xalid el-Falih bal kişand ser ku Erebistana Siûdî û Çîn xwedî pêwendiyên bihêz û hevkariyeke nêzîk in.

Qebareya bazirganiya herdu welatan di sala 2021ê gihîştiye 304 milyar riyal (80 milyar dolar) û di çaryeka sêyemîn a îsal de jî wekî 103 milyar riyal (270 milyon riyal) hatiye tomarkirin.