image

PeyamaKurd - Rapora Hikûmeta Almanya ya 15mîn a Siyaseta Mafên Mirovan ku Cotmeha sala 2020an û Cotmeha sala 2022an li xwe digre û nexşerêya siyaseta hikûmetê destnîşan dike, ji aliyê kabîneyê ve hat pesendkirin.

Rapora Hikûmeta Almanyayê beşeke taybet ji bo Tirkiyeyê cuda kiriye û tê de, li ser mijarên azadiyan û serxwebûna dadweriyê û binpêkirinên mafên mirovan de, rexne li Tirkiyê hatine kirin.

Di beşa Tirkiyê de tê bibîrxistin ku ‘Rewşa mafên mirovan li Tirkiyeyê nebaş e’ û wiha tê gotin: “Li Tirkiyê azadiya ragihandinê û derbirînê jî di bin parêzbendiya destûrî de ne, lê şêweya nirxandin û pêkanîna yasaya rûbirûbûna terorê û cezakirinê, astengiyan li pêşiya azadiyan derdixin.”

Behsa lêpirsîn û pêvajoya darizandinê ya demdirêj hatiye kirin û hatiye diyarkirin, di gelek dozan de nîşan dide ku daraz ne serbixwe ye û li hemberî rexneyan û peyamên li ser torên civakî tedbîrên tûnd werdigrin.

Hêjayî gotinê ye, di rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a sala 2022 an de jî Tirkiye di nav 180 welatan de ketibû rêza 149an.