image

PeyamaKurd – Di 1 ê cotmeha sala 2019an de di wexta Adil Abdulmehdî serokwezîr bû û di encama protestoyan de îstîfa kiribû, her sal di heman rojê de li Bexdayê xwepêşandan tênkirin. Îro 1 ê cotmehê ye û li Bexdayê serê siba xwepêşandan destpêkirin. Bi mudaxeleya hêzên asayîşê gelek kes birîndar bûn. Di xwepêşandanê de slogana ‘xelk dixwaze rejîmê biroxîne’ hat gotin.

Hêzên asayîşê li hemberê çalakvanan bombên dengî û xaza îsotê bikaranî. Kesên birîndar bûn bi ambûlansan birin nexweşxaneyan ji bo dermankirinê. Hêzên asayîşê nehişt çalakvan ji baryerên Xeta Kesk derbas bibin û herin seha rêvebiriya Iraqê û mîsyonên biyanî.