image

Çavkaniyên leşkerî yên Tel Avîvê ragihandin ku li hemberê roketên ku ji Sûriyê, Îran, Lubnan û Xezayê, di serî de yên ku ji aliyê Hamasê de werin, bo li dijî wan bertekê nîşan bidin, Îsraîl bi hêzên Amerîkayê re dest bi perwerdê kiriye.

Di navbera armancên perwerdê de îhtîmala ku li Sûriyê bi hêzên Rûsya re şer bikin an ji wan çawa dûr bisekinin jî heye. Berdevkê leşkerî ragihand ku şerekî di navbera wan û Sûriye, Hîzbûllah an mîlîsên Îranê de çêbibe, îhtîmal heye ku bhinek ciyên Îsraîlê bên bombekirin. Berdevk got ku li Sûriyê gelek ciyên Rûsyayê hene û hinek ji wan nêzî yên Îranê hatine avakirin. Ji ber wê dibe her dû alî bibin hedefa wan.

Di navbera Rûsya û Îsraîlê de, di hinek astan de koordinasyon heye û divê Îsraîl amade be; eger di navbera her dû aliyan de şaşiyekê hebe, divê Îsraîl karibe li hev rast bike. Îsraîl artêşê bi rengekî wisa perwerde dike da di hedefan de şaşî çênebe.

Perwerde ne tenê bo şer lê dezge û saziyên din jî dixe nava kar. Hevkariya bi meclisên herêmê û rêxistinên rizgarkirinê re, rizgarkirina ji herêmên xerabe, birina birîndaran ji sehayê, xweparastina ji maddeyên talûke, temamê van mijaran di nava perwerdê de hene. Bi van perwerdeyan re 17 hefte jî perwerdeya operasyonel hatiye dayîn.

Li gor ragihandina rojnameya Şerqul Ewsetê; di dawiya vê mehê de wê tetbîqat biqede.