image

PeyamaKurd - Li welatê Afrîka Sûdanê di xwepêşandanên ji bo hilweşandina deshilatdariyê de, alozî derket û bi dehan kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li paytext Xertûm û bajarên din yên Sûdanê bi hezaran kes ji bo dawî li hikumeta demîkî ya piştî darbeya leşkerî were û damezrandina hikûmeteke sivîl xwepêşandan li dar xistin.

Li gorî zanyariyan, di encama destwerdana hêzên ewlekariyê ya xwepêşanderan de, 35 kes birîndar bûn.

Li aliyê din alîgirên hikumeta heyî jî xwepêşandanên parastina deshilatdariya heyî li dar xstin.