
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku civîna çaralî ya navbera Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê de, rojên 15-16ê Adarê li paytexta Rûsya Moskowê tê lidarxistin.
Li gorî ragihandina medya Tirkiyê, roja civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û herwiha asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de diyar bûye û wê civîn di rojên 15-16ê Adarê de, li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê lidarxistin.
Hat ragihandin ku wê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Mihail Bogdanov, Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Asgar Haci û Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan beşdarî civînê bibin.
Yektem civîn meha Kanûna 2022yan bi beşdariya wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê li Moskowê hatibû lidarxistin ku serokên îstixbaratên her sê welatan jî beşdarî kiribûn
Piştî vê civînê tê çaverêkirin wezîrên derve yên her çar welatan jî bicivin û proseya normalbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê bigihe asteke bilindtir.