image

PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê girtina rojnamevan û nivîskarê navdar li Tirkiyê Ahmet Altan ku zêdetirî 4 sal in hatiye girtin û rojnamevan Murat Aksoy de biryara binpêkirina mafên wan da.

DMMEyê di biryara xwe ya ku îro 13ê Nîsanê eşkere kiriye de, ragihand ku mafê azadiya derbirin, dadgehkirina dadwerî û mafê ewlehiyê yê Ahmet Altan hatine binpêkirin ku ew maf di Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatine parastin.

Dadgeha Mafên Mirovan herwiha biryar da, Ahmet Altan bi 16 hezar euroyan were qerebûkirin.

DMMEyê herwiha ji bo Murat Aksoy heman biryara binpêkirinê da, Tirkiye 11 hezar û 500 dayîna euro bo qerebûkirinê ceza kir.

Ahmet Altan ku piştî hewla darbeya 15ê Tîrmeha 2016an hatiye girtin, dadgehên Tirkiyê du caran biryara berdana wî dabûn, lê dîsa bi hincetên cûda hatibû girtin ku bi qasî 4 sal in di girtîgehê de ye.