image

PeyamaKurd – Doktorên Aleksey Navalnayê muxalîfê Pûtîn ku hatiye girtin ragihandine ku rewşa wî li girtîgehê nebaş e û dibe kêlî berî kêliyê bimire.

Doktorê Navalny, Anastasia Vasilveya û 3 doktorên din ji rayedarên girtîgehê daxwaz kirine bilez wî bibînin û gotine,  "Nexweşê me dibe kêlî berî kêliyê bimire” û daxwaz kirine Navalny li beşa çavdêriya hûrî bê razandin.

Doktoran diyar kiriye ku asta potasyûmê di xwîna wî de gelekî zêde bûye û gihîşte rêjeya 7,1ê ku ev rewşeke cidî ya ber mirinê ye.

Li aliyê din tîma Navalnay jî ragihandiye ku ew amadekariya protestoya herî mezin a li Rûsyayê dikin, lê dema wê diyar nekiriye.