image

PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên serokomariyê yên Îranê ku 18ê Hezîranê têne kirin, ji 7 namzedan du namzedên hilbijartinên serokomariya Îranê ji hilbijartinê vekişiyan.

Saziya Radyo Televizyonê ya Îranê (IRIB) ragihand ku beriya hilbijartinan bi du rojan, parlamentarê serbixwe yên reformxwaz Muhsîn Mehralîzade û parlamentarê mihafezekar Elî Riza Zakanî ji namzediyê vekişiyane.

Hat diyarkirin ku Riza Zakanî ji bo piştevaniya namzedê herî li pêş Îbrahîm Reîsî bike ji hilbijartinê vekişiyaye.

Bi vekişîna herdu namzedên serokomariyê re, wê di hilbijartinan de 5 namzedên bi navên; Îbrahîm Reyîsî, Muhsîn Rezaî, Seîd Cilîlî û Emîr Huseyîn Qadîzade Haşimî pêşbirkê bikin.

Îbrahîm Rêîsî wekî namzedê herî nêzîkî serokomariyê tê dîtin.