image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan bi Berpirsê Bilind ê Pêwêndiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku di pêwendiya telefonî de, şerê Xezzeyê û hevkariya Îranê ya ligel Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî (UAEA) hatine axaftin.

Ebdullahyan li ser geşedanên dawî yên li Xezzeyê gotiye, heger tawanên ku Îsraîlê li Xeta Şerîaya Rojava dike neyên rawestandin îhtimal heye şer kûrtir û berfirehtir bibe.

Wezîrê Îranê diyar kiriye ku ew plana Îsraîlê ya derxistina bi darê zorê ya filîstîniyan ji ser axa wan red dikin û li ser hevkariya ligel UAEAyê jî gotiye, dê hevkariya teknîkî û hiqûqî ligel wê rêxistinê berdewan bike.