image

PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ragihand ku wî namzediya xwe bo hilbijartinên serokomariyê yên 18ê Hezîranê têne kirin daniye û got, heger namzediya wî bê vetokirin ew dê encamên hilbijartinan qebûl nike û deng jî nede.

Ehmedînejad ragihand ku wî ji bo hilbijartinên 13emîn ên serokomariya Îranê namzediya xwe tomar kiriye û got, heger namzediya wî ji aliyê Konseya Destûrê ya Yasadanînê ve were vetokirin, ew ê encamên hilbijartinê qebûl neke, deng nede û piştevaniya ti aliyekî jî neke.

Ehmedînejad diyar kir ku divê mafê hilbijartinê bi awayekî fermî û tam bidin gel û got, redkirina namzedan dijî destûrê ye ku yên vê bikin wê hesab bidin.