image

PeyamaKurd – Di roja duyem a Civîna Wezîrên Berevaniyê ya welatên endamên NATO de ku li Brukselê birêve diçe, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand, hevalbendên NATOyê li ser Yekem Stratejiya Zîrekîya Çêkirî gihîştin rêkeftinê.

Jens Stoltenberg li navenda NATO ya li Brukselê bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku wezîrên berevaniyê îro di çarçoveya Koma Plansaziya Atomî de civiyane û got:  “Heta ev yek ji bo mijara aştiyê were bikaranîn, wê NATO hevalbendeke cihê baweriyê be.”

Sekreterê Giştî yê NATO bal kişand ser projeya Zîrekîya Çêkirî û eşkere kir, hevalbendan îro ji bo avakirina Fona Nûjeniyê ya NATOyê peymanek îmze kirin ku ev fon milyarek euro ye û li ser teknolojiyên nûjen û têkder wê bixebite.

Stoltenberg herwiha got ku hevkariya navbera NATOyê gihîştiye astekê ku heta niha nehatiye dîtin.