
PeyamaKurd – Rêveberê Herêmî yê Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Hans Kluge duh got asta 3yemîn a WHOyê ku piştî du erdhejên mezin ên li Tirkiye û Rojava û Sûriyeyê bandor li wan kir, asta herî bilind e û da zanîn, 'Rewşa Awarte' ragihandiye.
Rewşa Awarte ya Asta 3yemîn a WHOyê weke acîliya herî bilind tê binavkirin û behsa seferberiya malûmatên WHOyê li seranserê ajansan dike.
Rêveberê WHO yê Ewropayê Dr. Kluge destnîşan kir, derbarê erdheja li Tirkiye, Rojava û Sûriyeyê de ji Desteya Rêveber a WHOyê re ku do hat lidarxistin de agahî hat dayîn û diyar kir, Rewşa Awarte ya Asta 3yemîn hatiye ragihandin.
Kluge bal kişand ku ekîbên WHO yên Ewropayê li Dîlok, Ankara û Stenbolê xebatên xwe dimeşînin û wiha got, "Ez rayedarên Tirkiyeyê ji ber ku ji bo rizgarkirina jiyanê dest bi operasyoneke bersivdayînê ya berbiçav kirin, spas dikim. Ez spasiya dewletên endam dikim ji bo hevgirtina wan a mezin. Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku piştgiriya xwe zêde bike û bi Hikûmeta Tirkiyeyê û WHO re hemahengiya tam pêk bîne.