
PeyamaKurd – Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan wê îro saet di 14.00an de li avahiya partiyê biçe serdana Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici.
Serdana BBP ya Erdogan di bernameya fermî de cih negirt.
Lêbelê, çavkaniyên BBPê serdan piştrast kirin.
Serokê Giştî yê CHPê û namzedê serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu jî wê îro bi Serokê Giştî yê Partiya Welat û namzedê serokomariyê Muharrem Înce re bicive.
Erdogan do jî serdana Navenda Giştî ya Partiya Refahê kir.