image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi seroka Yekîtiya Awrûpayê bi Ursula von der Leyen re di rêya telefonê de axifî û got çi ketiye ser milên Tirkiyê, Tirkiye bi zêdebarî kiriye û niha gavavêtin dora YA ye. Li gor ragihandina serokkomariyê; her dû teref li ser avêtina pêngavên ku têkiliyên Tirkiyê û YA yê bipêşbixin û li ser mijarên herêmê axifîne.

Erdoğan got ku ji destê Tirkiyê çi hatiye bi zêdebarî kiriye û dora gavavêtinê dora YA ye û bi Tirkiyê re wexta gavavêtina erênî û xistina pratîkê hatiye.