image

PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna Optîmar a nêzî AKPê, ferqa namzetê tifaqa neteweyî Kemal Kiliçdaroglû û Tayyîp Erdogan du xal e.

Li gorî rapirsînê, dema ku hilbijartin dimîne tûra duyemîn; Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce ji sedî 6,5 dengan distîne.

Ji hilbijartinan re 51 roj man, tê dîtin ku Erdogan di lêkolînan de hêza xwe wenda dike. Ev yek di rapirsîna Optîmar a nêzî AKPê de jî hat dîtin.

Li gorî Abdulkadîr Selvî ji Hurriyetê rapirsîn di navbera 13-18ê Adarê de bi 1916 kesan re hatiye kirin.

Dengên namzedan di rapirsînê de wiha ne:

*Tayîp Erdogan ji sedî 47,4

*Ji sedî 45,3 Kemal Kiliçdaroglu

*Ji sedî 6,5 Muharrem Înce

*Sînan Ogan ji sedî 0,7

Li gorî vê tabloyê Erdogan di tûra yekem de nikare bê hilbijartin. Li aliyê din pispor diyar dikin ku Înce ji binkeya CHPê deng standiye.

Yanî ger Înce xwe ji namzetiyê vekişîne, dibe ku Kiliçdaroglu di tûra yekem de bi serkeve.

Dengên partiyan çawa ne?

AK Partî: Ji sedî 38,4

CHP: Ji sedî 25,9

HDP: Ji sedî 9,5

IYI Partî: Ji sedî 7,8

MHP: Ji sedî 7,7

Partiya Memleket, ji sedî 6,2

Partiya Refahê: Ji sedî 1

TÎP: Ji sedî 0,7,

 Partiya DEVA: Ji sedî 0,3

 GELECEK: ji sedî 0,3

 HUDA PAR: Ji sedî 0,1