image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser êrîşa li Konyayê ya navçeya Meramê bo ser malbata Kurd peyamekî tund belav kir û got:

“Ev wahşete. Dê xwîna 7 welatiyên me li erdê nemîne.”

Li ser bûyerê 10 kes hatibûn binçavkirin û serdozgeriya Konyayê ragihandibû ku 11 sale di navbera wan de nexweşî heye. Wezîrê dadê Abdulhamit Gül jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandibû ku bûyer piralî tête lêpirsîn û weha gotibû:

“Qewimandina li Konyayê çêbû ku 7 kes hatin kuştin ji aliyê serdozgeriyê de lêpirsîna wê têkirin. Em ji nêz de dişopînin. Weka tê provoke kirin nîne û bingeha wê ne etnîkî an siyasete û me delîleka weha bidest nexistiye.”