image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî hevdîtinên bi NATO û serokê Amerîkayê bi Biden re û hevdîtina heyetan, derket ber çapemeniyê. Gotinên Erdoğan wehanin:

* Bandora aktorên herêmî ya di dayîna pêvajoya biryaran de her roj zêdetir dibe.

* 1,5 sale ku pandemî valahiya ku di sîstema kureyî de çêkiriye, li ber çave.

* Ji ber pandemiyê em ji aboriyê heya bazirganiyê ketine ber hejê û çareseriya bingehîn diyar nîne.

* Divê alîkariya welatên paşdemayî û yên bipêşdikevin bi ti şertan ve neyê girêdan.

* Barê NATO yê her diçe girantir dibe. Divê kes ji berpirsiyariyê xwe neda alî lê destê xwe bide binê bar.

 “Me hevdîtinên berfireh kir

* Bi sedema zîrweyê, bîstek berê ez û Biden me hevdîtin kir. Me hevdîtina xwe di atmosferekî ku gelek bûyerên krîtîk hene de kir.

* Me zîrwa xwe ya bo pêvajoya 2030 ê kir û biryarên girîng da. Di ser de hevkarî û neperçebûna ewlehiyê bo me bingehe. Me mijarên ku bo me li pêşin û hasasiyetên xwe ji hevkarên xwe re got.

* Têgihiştina xistina ferqê bo navbera rêxistinên terorî dewam dike. Bi vê têgihiştinê teror naqede.

* DEAŞ tehdîda xwe ya di bin navên rêxistinên din de dewam dike. Tirkiye li hemberê DEAŞ ê têkoşiyaye û tekane endamê NATO ye ku DEAŞ ê ji ser sînorê xwe yê Sûriyê paqij kiriye.

* Li Idlibê rejîm û PKK êrîşan dikin û deverê dixin nav kaosê.

* Me di her civînên xwe de xwest ku desteka bo PKK ê were bidawîkirin. Me hewl da Sûriye nebe kampa terorê.

* Me terorîstan digirt û wan teslîmê welatê wan kir lê ew niha serbest digerin. Di vê mijarê de em bi tena serê xwe man.

* 10 sale em li 3,5 mîlyon Sûriyeyiyan xwedî derketin lê piraniya sozên hatin dayîn nehatine cîh.

* Li ser daweta Lîbyayê me xizmeta şêwrê û perwerdê da hukumeta Lîbyayê û me ber li şerê hundir girt. Li Qerebaxê piştî 30 salan edalet bicîh bû.

 “Di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de ti pirsgirêk tineye ku çareser nebe

* Bi sedema zîrwê ez û Biden bîstek berê me hevdîtin kir. Dostaniya me ya bi salên zêde heye û me hevdîtinekî berfireh kir.

* Herêmên ku pêdiviya me bi hevkariyê heye, me bi Biden û tîma wî re gotûbêj kir. Me biryarê da ku rêyên danûsitendinan di navbera me de her wext vekirî bin.

* Di encamê de me hevdîtineka baş û bi fêde kir. Di her sehayê de bi rêzgirtin û li ser bingeha berjewendiyên her dû terefan em ê hevkariyên baş bidin destpêkirin.

 “Di mijara YA yê de me gotûbêjan kir

* Di dewra pandemiyê de me bi Merkel re di rêya videokonferansan de hevdîtinan kir lê îro me rû bi rû hev dît. Di hevdîtina bi Miçotakis re me biryarê da diyaloga xwe xwurt bikin.

* Me biryarê da hevdîtinên xwe di rêya xeta taybet de bikin û kesî nexin navbera xwe.

* Me bi Lîtwanya û Letonyayê re bi hemkarên xwe re hevdîtinan kir û li ser Tirkiye û YA yê axifîn.

* Duhî me bi Macaristanê re, bi serokwezîr re hevdîtinekî baş kir. Bo hukumeta Belçîkayê û Stoltenberg sipasiya xwe dikim.

“Li ser mijara S-400 an”

* Me fikra xwe ya li ser Afxanistanê ji Biden re got. Eger NATO nexwaze em ji Afxanistanê derên, desteka dîplomasiyê û darayî ya Amerîkyê bo me pêwiste. Rastiya Talîbanê aşkeraye.

* Li ser mijara S-400 û F-35 an min fikra xwe bo Biden got. Fikra me ya berê di wan mijaran de çibe her dewam dike.

* Bo sanayiya bergiriyê di mijara muşteriyan de gavên em ê bavêjin me got. Mijar li vir naqede û dê wezîrên me xwe bigihînin encamê.