image

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya vîdyokonferansê beşdarî Forûma Medya ya Konseya Tirk bû ku ji aliyê Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê hatibû lidarxistin.

Erdogan di axaftina xwe ya vîdyoyî de medya civakî wekî ‘faşîzma dijîtal’ pênase kir û got, "Torên medya civakî yên ku ti kontrolek li ser wan nîne gihîştine wê astê ku li dijî demokrasî, aştiya civakî û ewlehiya netewî ya dewletan bûne gef.”

Erdogan herwiha diyar kir ku ti welatek ji bandora xirabkar a faşîzma dijîtal ne azad e.

Deshilatdariya AKP-MHPê ya Tirkiyê ev demek e li ser dixebite ku yasayeke nû ji bo rêgirî û astengkirina medya civakî derxe û beriya hilbijartinên 2023yan jî rê li ber opozîsyona Tirkiyê bigire.