image

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, der heqê hebûna PKKê li Şingal û Qendîlê de bangewazî li Iraqê kir û got: "Eger hûn ji heq dernayên şevekê ji nişka ve em dê bikevine Şingalê û Qendîlê."

Di axiftina xwe de Erdoğan wiha got: “Me di heqê têkoşîna li hember terorê de qonsept guherî. Ne dibû ku em di nav sînorên xwe de jî terorîstan vala bihêlin. Serkeftina operasyona Sûriyê ji bo pêşbirîna korîdora terorê bu.
Li gor huqûqên Neteweyî û Navneteweyî gav hatin avêtin. 
Duh li navenda bajarê Efrînê kontrol hat bidestxistin û ji destpêkirina herekatê de heta niha merhela herî girîng li paş ma. Piştre Minbic, Serêkaniyê, Qamişlo û heta em vê korîdorê ji holê rakin ev pêvajo wê bidome.
Li Bakurê Iraqê jî emê kampê terorê bixin bin kontrola xwe û me ji Hikumeta Navendî ya Iraqê jî re got; Heke hun dikarin hun bikin, yan na şevekê ji nişkave emê bikevine Şingalê û PKK ji wir paqij bikin
Me got heke hûn dostê me ne û em birane hûnê vê hevkariyê bi me re bikin."