image

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 25ê Mijdarê di bernameya li ser rûbirûbûna tundiya li dijî jinan de behsa operasyon û êrîşên berdewam ên ser Rojavayê Kurdistanê kir û got, ew ê kembera ewlehiyê ya li derveyî sînorên Tirkiyê di demeke nêzîk de ji rojava heta rojhilat li seranserê sînor temam bikin.

Erdogan di axaftina xwe de li ser avakirina wê kembera ewlehiyê jî diyar kir, “Em ê bi vê yekê jî wiha bikin ku hem welatiyên me û hem jî kesên li wan deran dijîn bi ewlehî li siberoja xwe binêrin.”

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê bi fermana Erdogan ji roja 20ê Mijdarê ve êrîşeke berfireh a asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola HSDê de daye destpêkirin. Li aliyê din jî bi rêya komên çekdar û topxaneyan li bejahî jî êrîşên li ser xeta Kobanî, Til Rifat û Minbicê berdewam dikin ku binesaziya Rojavayê Kurdistanê ya wekî elektrîk, xurek, petrol û avê jî dibin armanca êrîşan û heta niha hejmarek sivîl jî bûne qurbanî.

Tirkiye tevî nerazîbûnên Rûsya û Amerîkayê jî dixwaze bi rêya bejahî jî operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin û komên çekdar ên bi navê SMO jî ji bo şerê dijî hêzên Kurd amade dike.