image

Li Erebistana Si’ûdiyê piştî 35 salan ev cara yekeme ku di salonên sînamayan yên ku nû vedibin de, jin û mêr wê li ciyên cuda rûnenên.

Li gor ragihandina BBC yê; di 18ê nîsanê de saloneka sînamayê vedibe. Lê li gor peymana Erbistanê bi sînamayên AMC ê re; di nav 5 salan de wê 40 salonên sînamayê vebin. Di sînamayan de wê jin û zilam bi hevre rûnên.

Prensê Erebistanê Muhammed Bîn Selman dixwaze debara Erebistanê ji ser petrolê bizivrîne ser sektorên dinan. Wê sinama jî yek ji wan şaxên debaran be.

Rêvebirê AMCê Aron ragihand ku salona nû vedibe, wê di dinyayê de ya herî xweş be û hedefa wan heya sala 2030an 350 salonên dinê jî bên vekirin.