image

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî ragihandin ku wê îsal bi mercên xweparêziya ji koronayê yên taybet destûra serdanên hecîyan bê dayîn.

Wezareta Hec û Umrê ya Erebistana Siûdî îro Yekşemê ragihand, wê îsal bi mercên taybet ên xweparastina ji Covid-19 hec û umre bê kirin.

Wezaretê da xuyakirin ku wê mercên bo serdanên hec û umreyê piştre bên eşkerekirin.

Hêjayî gotinê ye, sala borî Erebistana Siûdî ji ber belavbûna zêde ya vîrusa koronayê tenê ji bo welatiyên xwe destûra serdanên hecê dabû ku îsal jî hejmareke sînorkirî ya heciyên ji derveyî welat qebûl kiriye.