image

Çar Molotof kokteyl avêtin balyozxana Tirkiyê ya Kopenhagê lê kes nemir an birîndar nebû. Di avahiya balyozxanê de xesar çêbû.

Ji beşa asayîşa Kopenhagê Torben Madsen ji rojnamevanan re got ku polîsên wan di dewriya şevê de, siet di 02.55 de digeriyan û bûyerê dîtine. Madsen ragihand ku gelek polîsan şandine herêmê. Ji ber agir bi xaniyê balyozxanê ketiye, polîs hemû giraniya xwe daye ser vemirandina agir û yên ku bûyerê kirine reviyane.

Madsen got ew difikire ku 4 kes Molotof kokteylê avêtine avahiyê. Lêpirsîn dewam dike lê di mijara îhtîmala ku wê bûyerê kî kiribe de tiştek negot. Ji balyozxana Tirkiyê hêj beyanek nehatiye dayîn û balyozxane ji aliyê polîsan ve tê parastin.