
PeyamaKurd – Li Beyrûd a Lubnanê li dora 1500 Ermenî li ber balyozxana Azerbeycanê ya Beyrûdê dicivin û dixwazin protestoya Azerbeycanê bikin. Lê polîs bergiriyê li çalakvanan digrin û di bergiriya balyozxanê de 25 polîs birîndar dibin.
Li ser mijarê, hêzên bi ser ewlehiya hundir ya Lubnanê ji ber îznê neda ku Ermenî bimeşin ber bi konsulxana Azerbeycanê de, bi nivîskî daxwuyanî da.
Li gor ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê; di çalakiyê de 1500 kesên Ermenî xwestin bimeşin balyozxana Azerbeycanê, di meşe de 2 ji wan yên bi pile bi temamî 25 hêzên ewlehiyê birîndar bûne.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di nav tevgerên Ermenan de teqandina fişekên hewayî, avêtina kevir, dar, şûşên camê, boyaxên rengîn û tiştên weha hene û hatine bikaranîn