PeyamaKurd- Ji aliyê Ofîsa Çapemeniya Serokwezîrtiya Iraqê ve hat ragihandin ku Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad, Serokwezîrê Iraqê Muhemed Şîa Sûdanî vexwendiye Suriyeyê da ku dan û stendinên dîplomatîk bên kirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Feysel Mîkdad kir.
Hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên navbera Iraq û Suriyeyê hatine nirxandin û hûrgiliyên hevdîtinê, bi vî awayî hatin parvekirin:
"Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Mîkdad, Serokwezîr Sûdanî vexwend ku serdana Şamê bike da ku li ser perspektîfên zêdetir ên hevkarî û xebatên hevbeş ên dualî yên Serokê Suriyê Beşar Esad û yekkirina ewlehî û aramiya li herêmê guftûgo bikin."
Hat destnîşankirin ku Sûdanî diyar kiriye "Iraq amade ye ku bi tevahî alîkariya gelê Suriyeyê bike da ku alozî û qeyranên navberê bên derbaskirin."