image

PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed nameyek pêşkeşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Hat ragihandin ku nameya Beşar Esed ji aliyê Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz ve bo Mistefa Kazimî hate gihandin.

Çavkaniyên medya Iraqê diyar kirine ku di nameyê de behsa pêwendiyên her du aliyan û mijarên cihê girîngiyê û zalbûna bi ser terorê de hatine kirin.

Hat diyarkirin ku di beşeke din a nameyê de jî Beşar Esed behsa rewşa navçeyê û çawaniya bihêzkirina pêwendiyên Bexda û Şamê kiriye.