image

PeyamaKurd – Hikumeta Şamê beriya hilbijartinên rejîmê yên seroktiyê, ji bo 400 girtiyên ku bi hinceta li ser medya civakî rexne li Beşar Esed kiribûn hatibûn girtin, efû derxist.

Li gorî ragihandina Reutersê, ji bo hejmarek girtiyên bi hincetên tawanên li ser medya civakî hatine girtin, rejîma Esed efû derxistiye ku wan kesan bi awayekî ne rasterast rexne li Esed kiribûn.

Human Rights Watch (HRW) jî li ser vê biryarê daye xuyakirin ku mebesta avêtina vê gavê hewldaneke bo rewakirina hilbijartinên seroktiyê ye ku ji aliyê gelek aliyên opozîsyonê û civaka navdewletî ve têne boykotkirin.

Reuters eşkere kiriye ku zêdetirî 60 kesên bêrdan ji zabit, dadwer, çavdêrên gumrikê, rojnamevan û hin pîşeyên din pêk tên ku kesên naskirî ne di nav civaka Sûriyê de.