
PeyamaKurd –Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca ragihand ku heya niha di erdheja Maraşê de 5.434 kes can dane û 31.777 kes birîndar bûne. Koca li ser rêjeyê û xebatên tên kirin ragihandinê kir û weha got:
“Felaket gelek mezine. Erdhejê li sehakî gelek mezin û zext xist. Rewşa hewayê gelek zahmete. Ji ber wan jî tîmên rizgarkirinê û ekipman xwe bi zahmetî digihînin devera erdhejê. Niha em li Hatayê ne û 2.749 apartman xerab bûne. Em difikirin ku wê jimar zêdetir bibe. 2.902 xebatkarên rizgarkirinê bi temamî 9.823 xebatkar dixebitin. Heya niha ji bin enqazên Hatayê 1.846 kes hatin rizgarkirin. Ji îşev û pê de em ê jimara tîmên xwe derxin 2 qatî. Bi dewama xebatan re herifandina erdhejê bêhtir zelal dibe.
Li Hatayê 1647 wefat, 6200 birîndar, li Maraşê 1.243 wefat û 5 hezar birîndar, li Entabê 504 wefat û 4.809 birîndar, li Rihayê 127 wefat û 2.551 birîndar, li Diyarbakirê 120 wefat û 854 birîndar, li Adanayê 167 wefat û 3.993 birîndar, li Adiyamanê 896 wefat û 400 birîndar, li Malatyayê 201 wefat û 4.900 birîndar, li Osmaniye 502 wefat û 2.173 birîndar, li Kîlîsê 22 wefat 518 birîndar, li Elazığê 5 wefat û 379 birîndar hene.
Ji bo birîndaran ji bajarên me yên din ji bo seha erdhejê 1.124 ambûlans, 243 tîmên UMKE, bi wan re 6.030 xebatkarên tenduristiyê me wezîfedar kir. Me 1.201 doktorên xwe yên pispor bi 2.924 xebatkarên tenduristiyê ve piştek kir. Li herêma erdhejê me 78 unîtên mudaxeleyê û konên ji bo rojên sext vegirt.”