image

PeyamaKurd – Dewleta Fasê û Îspanyayê di sehayên cuda de 19 peymanên hevkariyê îmze kirin. Wezîrê karên derve yê  Fasê Nasir Burita û hemkarê wî yê Îspanyayê Jose Manuel Albares li payîtexta Fasê li Rabatê tevlî civîna hevpar ya komîta bilind ya Fas-Îspanyayê bûn. Piştî civînê Burita û Albares di seha koçberiyê de 2 peymanan îmze kirin.

Di heman çarçoveyê de di seha tûrîzmê, gihandinê, hawirdoriyê, guherîna kêşûhewayê, geşepêdana daîmî, tendursitî, çandinî, çand û lêkolînên zanistî û sehayên weka wan de 17 peymanên lihevkirinê îmze kirin. Her dû wezîr her weha soz dan ku wê gotinên di navbera her dû dewletan de rageşiyê çêbikin, dê ji niha û pê de nekin û ev jî weka rûpelekî saya be û di dîroka têkiliyên her dû dewletan de hatibe vekirin.

Dijberiya navbera Fasê û Îspanyayê li ser di wexta serokê rêxistina Sahra Rojava ya bi navê Polisario ku sekreterê wê Ibrahim Gali bi Kovid-19 ê ketibû û dewleta Îspanyayê bi dizî wî li welatê xwe tedawî kiribû, ev bûbû serema krîza dîplomatîk ya navbera her dû dewletan. Polisario bi salaye ku şerê çekdarî dide da welatê xwe Sahra Rojava ji bin destê dewleta Fasê û Morîtanyayê rizgar bike. Sahra berê koloniya Îspanya bû.