image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ajanên saziya polîsê federal a Amerîkayê, li nav mala Serokê Amerîkayê Joe Biden lêgerîn kir.

Li gorî medya Amerîkî, di çarçoveya lêpirsîna derbarê belgeyên veşarî de, ajanên FBIyê li nav mala Joe Biden a li Delawareyê lêgerîn kirine.

Parêzerê Biden piştrast kiriye ku li havîngeha Biden a Delawareyê lêgerîn hatiye kirin.

FBI lêkolînê dike, bê Biden di heyama cîgirê serokê Amerîka bû de, belgeyên arşîva netewî birin mala xwe yan na.

Beriya niha jî li mala serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump lêgerîna belgeyên nepen hatibû kirin û hejmarek belge hatibûn desteserkirin.