image

PeyamaKurd – Fîlîstînî mudaxeleya meşa Yahûdiyên tundrew kirin û nexwestin Yahûdî li rojhilatê Qudsê, li dora bajarê kevin li Dergeyê Şamê bimeşin û Yahûdiyan protesto kirin lê polîs mudaxeleyê Fîlîstiniyan kir û 33 kes birîbdar bûn.

Hîva Sor ya Fîlîstînê ragihand ku polîsê Îsraîlê li dora bajarê qedîm yê Qudsê meşekî kirin lê Fîlîstînî mudaxeleyê meşê kirin. Polîsên Îsraîlê li hemberê gêncên Fîlîstîniyan fişekên plastîk û bombeyên dengî bikaranîn. Hîva sor dibêje ku fişekên rast jî hatine bikaranîn.

Ji birîndaran 6 kesan birine nexweşxaneyan bo dermankirinê.