image

PeyamaKurd – Piştî civîna NATO yê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Amerîka de germtir bûne. Berya civîna NATO yê Tirkiyê endamtiya Fînlandiya û Îsweçê qebûl kir. Serokê Amerîka Joe Biden jî got ku divê F-16 an bifroşin Tirkiyê û yên di destê Tirkiyê de nûjen bikin. Pisporekî stratejîst ji bo rojnama Financial Timesê weha gotiye:

“Li gor stratejiya Amerîkayê ya di derbarê Derya Reş de pêdiviya Amerîkayê bi Tirkiyê heye û divê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re rast bike.”

Fermandarekî kevin yê ku li Awrûpayê fermandariya hêzên bejayiyê kiriye korgeneralê xaneşîn Ben Hodges, ji bo rojnamê weha gotiye:

“Ne tenê ev zîrwê lê yek ji encama krîzê jî ew e ku Amerîka mecbûr maye bi çavê stratejîk li Derya Reş binêre. Ev jî Amerîkayê mecbûr dike ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re rast bike.”

Senatorê Partiya Komarî ya Amerîkayê Lindsey Graham di mijara F-16 an de destekê da Biden û di ser medya civakî de parvekirinan kir. Graham weha got:

“Ez biryara Biden ya di derbarê hevkarê me yê NATO yê Tirkiyê de ku F-16 an bifroşe Tirkiyê destek dikim. Welew di navbera me de fikrên cuda hebin jî hevkarê me yê NATO ye û di erdnîgariyekî bi arîşe de ye, divê kapasîta wan ya leşkerî bê zêdekirin û ev di berjewendiya Amerîka de ye.”