PeyamaKurd- Di dema ku li Swêdê dengên siyasetmedarê rastgir ê tundrew Rasmus Paludan li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê şewitandina Quranê li Swêdê berdewam dikin de Financial Timesê îdia kir ku endamtiya Swêdê ya NATOyê, piştî şewitandina Quranê ketiye xeterê.
Di gotareke ku di rojnameya Financial Times de hat weşandin de hat diyarkirin ku di pêvajoya ku proseya endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê berdewam dike de Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ku dixwazin bigihîjin armanca endamtiya NATOyê, hewil dan pêla hêrsa ku ji ber bûyerê ne tenê li hemberî hikûmetê, li hember muxalefetê jî bertek nîşan da, bêdeng bikin.
Di nûçeyê de ku daxuyaniyên Serokwezîrê Swêdê Kristersson û Wezîrê Karên Derve Billstrom cih girt û hat îdiakirin ku hewildanên qanihkirina Tirkiyeyê ji bo piştgirîkirina serlêdana endamtiya NATOyê ber bi têkçûnê ve hatine kişandin.
Gerînendehê Enstîtuya Lêkolînên Tirkî ya Zanîngeha Stockholmê Paul Levin ku ji FTyê re di derbarê mijarê de axivî, diyar kir ku muzakereyên NATOyê ber bi qeyraneke kûr ve diçin.
Akademîsyenê Swêdî Levin, di daxuyaniyên xwe de ev nirxandin kirin:
"Heger Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne, bi kêmanî heta ku hevalbendên din ên NATOyê gêzer û darên xwe nîşan nedin da ku Enqereyê razî bikin, dibe ku em bibînin pejirandina endamtiyê bi salan digire, ne bi mehan.”