image

PeyamaKurd – Hat diyarkirin, Serokê Amerîkayê Biden 120 welat vexwendiye Civîna Bilind a Demokrasiyê, lê belê Tirkiye û Macarîstanê venexwendiye.

Kovara Foreign Policy ya Amerîkayê nivîsî ku rêveberiya Joe Biden ji bo piştgirîkirina saziyên demokratîk ên li cîhanê, Tirkiye venaxwîne duyemîn Lûtkeya Demokrasiyê ya ku tê lidarxistin.

Di gotara kovarê de ev gotinên jêrîn cih girtin:

"Biden hevalbendên NATO yên ku demokrasiya xwe hilweşandin red kirin. Rêveberiya Biden nêzî 120 welat vexwendibûn, lê her du hevalbendên NATOyê ev bang qebûl nekirin. Armanca lûtkeyê xurtkirina demokrasiyê li dijî otokrasiyên li cîhanê zêde dibin e.

Her sê karbidestên Amerîkî ji ber kêmbûna pêvajoyên demokratîk ên li Tirkîyê û Macarîstanê nîgeran in.

Tirkiye heta niha erêkirina dawî ya Fînlandiyayê ji bo NATOyê nedaye. Li Tirkiyeyê Serokkomar Tayyîp Erdogan hêz kom kir û pêkhateyên demokratîk ên li welêt qels kirin.

Welatên ku berê ji bo lûtkeyê nehatibûn vexwendin lê di nav mêvanên lûtkeyê yên hefteya pêş de cih digirin ev in: Hondûras, Gambiya, Morîtanya, Mozambîk, Tanzanya, Bosna û Herzegovîna û Liechtenstein.