image

PeyamaKurd – Di dema ku pêvajoya perwerdekirina artêşa Ukraynayê ya welatên rojava ji destpêka şerê Ukraynayê ve berdewam dike, ji Polonyayê daxuyaniyeke nû derbarê mijarê de hat. Hat ragihandin, wê Fransa van perwerdeyan li Polonyayê bide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Polonyayê Lukasz Jasina di daxuyaniya xwe ya li ser perwerdekirina leşkerên Kyivê de diyar kir, Fransa wê 150 rahêneran bişîne Polonyayê da ku hêzên Ukraynayê di çarçoveya mîsyona piştgiriya eskerî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo Ukraynayê perwerde bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Polonyayê Lukasz Jasina ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê daxuyanî da, bi bîr xist, YEyê di Cotmeha 2022an da Mîsyona Alîkariya Leşkerî ya Ukraynayê bi armanca perwerdekirina 15 hezar eskerî li navendên welatên endam ava kir.

Berdevk Jasina eşkere kir, di çarçoveya vê wezîfeyê de yek ji du fermandariyên operasyonê li Polonyayê û ya din jî li Almanyayê ye.

Herwiha Jasina di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, "Fransa wê di çarçoveya Mîsyona Alîkariya Leşkerî ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Ukraynayê de 150 leşkeran bişîne Polonyayê. Ev leşker wê hêzên Ukraynayê perwerde bikin."