image

PeyamaKurd – Hêzên koalîsyona di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdiyê yên li Yemenê, êrîşên fuzeyên balîstîkî yên ji aliyê grûbên Hûsiyan ku bi ser Îranê ve ne, li devera Cezanê îmha kirin.

Hêzên koalîsyonê di kanala Erebistanê ya televizyona El-Exbariye de ragihandin ku mîlîsên bi ser Îranê yên Hûsiyan bi zanîn û sistematik sîvîlan dikin hedefa xwe.

Di beyana koalîsyonê de hat gotin ku Hûsî li devera Cezanê fuzeyên balîstîk şandine ser hedefên sîvîl û fuze hatine îmhakirin. Di babeta zerara mal û canî de ti agahî nedan. Tenê berdevkê koalîsyona Erebî, Turkî el-Malikî duhî weha ragihandibû:

“Hêzên parastina hewayî yên Erebistana Si’îûdî, 4 balafirên bêmirov û 5 fuzeyên balîstîk yên ji aliyê Hûsiyan de bo devera Cezanê ku avêtibûn, îmha kirin.”