image

PeyamaKurd – Welatên G7an ên xwedî aboriya pêşketî di lutkeya G7an de bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) kirin ji bo derxistina holê ya bingeh û jêdera vîrusa koronayê jê belav bûye, lêpirsîne zelal û zanistî bide destpê kirin.

Welatê G7an Almanya, Amerîka, Brîtanya, Fransa, İtalya, Japonya û Kanada banga lêpirsîneke zelal û zanistî bo derxistina holê ya jêderka koronayê li WHOyê kirin û diyar kirin ku dê welatên G7an 1 milyar doz derziya koronayê li welatên pêdiviya wan heye bibexşîne.

Lutkeya G7an a 47emîn di navbera rojên 11-13ê Hezîrana 2021ê de, li bajarê Cornwall ê Gallerê hat lidarxistin ku mijara sereke bandora pandemiya koronayê li ser aborîya welatan, têkoşîna dijî koronayê, pirsgirêkên keşûhewayê û ji nû ve avakirina aboriya cîhanê bû.