image

PeyamaKurd – Şîrketa enerjiyê ya Rûsyayê Gazpromê ragihand ku dibe Rûsya dorpêçê deyne ser Naftogaz a Ukraynayê. Li gor ragihandina Gazpromê; şîrketa Naftogazê di sewqiyata gaza Rûsya ya ji bo Awrûpayê de Gazpromê sûcdar kiribû û Dadgeha Navdewletî ya Tahkîmê Gazpromê mafdar derxist.

Di ragihandinê de hat gotin ku Naftogaz di sewqiyata xaza Rûsya de berpirsiyariyên xwe bicîh neaniye, peymana navbera her dû dewletan li gor qanûnên Îsweçê hatiye îmzekirin û li gor vê; arîşeyên di navbera her dû şîrketan de divê li Îsvîçreyê bên çareserkirin. Di ragihandinê de weha hat gotin:

“Bi sedema li ser Rûsyayê gelek dorpêç hene, Îsweç û Îsvîçre ketin asta du dewletên ku ne dostên Rûsya ne. Şertên ji dil guherîne û nayê qebûlkirin ku dadgehên her dû welatan mijarê adil û bêteref bi encam bide.”

Gazprom, di ser Ûkrayna de rojane 42 mîlyon m3 xazê dişîne Awrûpayê.